Agirberbûn henaseyê li Zagrosê dibire

17:11 - 27 Gulan 2017
Ajansa Kurdpa: Di çend rojên borî de, bi sedema agirberbûna li daristanan û çêrgehên bajarên ser bi parêzgeha Îlamê, nêzî 30 hêktar daristan û çêrgehên vê navçeyê di nava agir de şewitîn.

Li gora nûçeyên ku hatine belavkirin di heyama sê rojên borî de, nêzî 30 hêktar ji daristan û pûşê bajarên parêzgeha Îlamê bi sedema xemsariyê û sedemên mirovî bûne xalîşînk.

Nûçegihaniya ÎRNA Kirmaşanê belav kiriye ku di du bûyerên cuda cuda de, çend hêktar ji daristanên xwezayî ên navçeya Kebîrkêw wekî girîngtirîn çiyastan û nevçeya şûnbûna giyayê xwezayî û herwisa hebûna cureyên rihliberan, li parêzgeha Îlamê agir berbûyê, û xisareke berçav gihîştiyê.

Pêştir bi sedema agirberbûna daristanên Kebîrkêw ên bajarê Îlamê nêzî sî hêktar ji daristanên vê navçeyê di nava agir de bûne xalîşînk.

Her div ê derheqê de roja borî bi sedema agirberbûnê, daristanên gundê Jirêje a ser bi bajarê Sewlawa di nava agir de şewitîn.

Hêjayî basê ye ku xelkê vî gundî agir kuntrol kirine, û vemirandine.