Agir têberdana daristanên Merîwanê dom dike

13:40 - 8 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji Daristanên derdûra Merîwanê dinava agir de şewitîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 5’ê Hizîrana 2013’an parek berçav ji daristan û zozanên derdûra bajarê Merîwanê li gundê “Reşedê” ya ser bi bajarê Merîwanê di agir de şewitîn.

Her wisa roja Sêşmeiyê pitir ji 8 hekitar li daristanên Çarbax, Pişt Baxa Mela Qazî û Terxanava li derdûra bajarê Merîwanê hatin şewitandin.

Bi gotina şahidan piraniya wan agirane ji aliyê çalakvanên navenda “Sewiz a Çiya” û jîngeparêzan û xelkê herêmê hatine temirandin.

Li gor zaniyariyan akinciyên vê herêmê, piraniya wan daristan û zozanên herêmê ji aliyê kesên ser bi dewleta Îranê tên şewitandin.

Her wisa li gor amara navenda Kesik a Çiya li heyamê salên bihûrî de pitir ji 17 buyerên agir têberdanê li herêmê de hatine tomar kirin.