Agir pêketin li cengelên dewera Civanro

20:37 - 18 Hezîran 2014
Ajansa Kurdap: Li dewera Covanro, cengelên Teppeyê(Girê) Çengîzxan-Şemameyî, agir berbûyêû xisarik zor bi jînga dewerê ket.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; roja Sêşem, 27ê Cozerdan( 18 June 2014), cengel ûçêregehên dewera Çengîzxan tûşîşevitînê bûne û paşî agir bi ciyik din bi navêŞemameyî de agir berbûnê zêde kiriye.

Endamên encumena kesk(Sewz)a Maprîs, bi amanca kontrol kirina agir, çobûne wan ciyan û paşî demik dirêj karî bûn, pêşî ji zêde kirina agir berbûnê bigirinû.

Tê gotin, hegera agir berbûnê, hebûna zibl li dewerê de bûye ku pitir caran, ew ziblane ji aliyê xelkê de tên şevitandin.

Bi gotina kesik ji wir, senterên girêdayî yên hukûmeta Îranê lo Civanro, çi hewlik bo temirandina agir nedane.

Li despêka demsa germê de, li roj şevitandina cengel ûçêre gehên Kurdistanê tên dîtin û pişkik zor ji wan agir pêketinan de, ji aliyê xelkê de tên kontrol kirin.
\"20600.jpg\"

\"20597.jpg\"

\"20598.jpg\"

\"20601.jpg\"

\"20602.jpg\"