Agir li gundekî Serdeştê berbû û 3’ê welatiyên Kurd şewitîn

15:16 - 18 Tîrmeh (Temûz) 2013
AjansaKurdpa: Li bûyerekê de li gundekî herêma Serdeştê,8 malên welatiyan dinava agir de şewitîn û ziyanek berçav ya madî bi welatiyan gihîşt.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya Kurdpa,Êwariya roja Çarşemiyê berwar 17’ê Tîrmehê,li bûyerek agir kevtinê de li gundê “Doletû”ya ser bi herêma “Wezinê” 8 malên welatiyên wî gundî bi tewahî şewitîn.

Bi gotina akinciyên wî gundî li encama agir kevtinê de 3’ê welatiyên xelkê wî gundî tûşî şewatê bûn û jibo çareseriyê bo yek ji nexweşxaneyên bajarê Serdeştê hatine şandin.

Li encama agir de 2 Tirombêlên welatiyan û hejimarek ji malat û 8 xanîber şewitîn.

Bi gotina welatiyên vî gundî li dema agir kevtinê de binkeya agir wemirandinê hate haydar kirin, lê seva durbûna li gund, piştî 1 demjimêr hatine cihê bûyerê.

Berê li gundê “Bêjiwê”ya ser bi alana herêma Serdeştê “Ezîz Şêxepûr”tevî keça xwe ya binavê “Amîne”dinava agir de tûşî şewatê bûn.