Agir berdana Daristanan herêmê Pawê jî girt

17:19 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Rûberek berçav ji daristanên herêma Pawê ji aliyê çend kesên nenaskirî hate şewitandin.

Li gor rapora ajansa kurdpa, roja bihûrî berwar 28’ê Hezîran parek berçav ji daristan û zozanên gundên “Banemeran”, “Dariyan” û “Wira” bi destê kesên nenaskirî hatine şewitandin.

Bi gotina welatiyên bajarê Pawe, alî û karbidestê dewleta Îranê ç hewlek jibo vemirandina agir nedane û rêgirî li çûna xelkê bo vemirandina agir girtine.

Ji aliyek din û bi gotina çens şahidan, roja çarşemiyê hêzên Întizamî yên Pasgeha “Tek Dirext” li bexşa Newsûd bi hinceta şewirtandina leşê devarên mirar bûyî, agir li daristanên herêmê xistine û piştre rêgirî kirine û îzn nedna welatî agir kontrol bikin.
\"13591.jpg\"