Agir berdana daristan û zozanên Merîwanê dom dike

15:39 - 23 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji daristan û zozanên Merîwanê dinava agir de şewitîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar 22’ê Hezîranê daristan û zozanên gundê “Lencawa”ya ser bi bajarê Merîwanê ji aliyê kesên nenas hatine şewitandin.

Her wisa çend rojan beriya niha daristanên gundê “Garan” û “Terxanawa”ya ser bi bajarê Merîwanê dinava agir de şewitîn.

Welatiyên deverê li ser vê baweriyêne ku karê han ji aliyê hêzên ser bi dewleta Îranê tê encam dan.

Li destpêka îsal heya niha 19 car agir ji daristan û zozanên Merîwanê hatiye berdan.