Agir berdana Daristan û Zozanên Kurdistana Îranê dom dike

15:35 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Parek berçav ji daristan û zozanên derdora bajarê Banê ji aliyê kesên nenas hatin şewitandin.

Li gor rapora ajansa nûçegihanîya kurdpa, li heyamê rojên bihûrî de nêzîk bi 3’ê Hiktar ji daristan û zozanên çiyayê “Arbaba”li derdora gundê “Kerîmawa”ya ser bi herêma “Nenor”dinava agir de şewitîn.

Pêyman Babamîrî berpirsyarê Îdareya çavkaniyên xwezayî yên parêzgeha Sinê bilav kir,agirê han wek piraniya agir kevtinên din yên parêzgeha Sinê,ji aliyê kes yan kesên nenas kirî hatiye encam dan.

Pêyman Babamîrî basê vê yekê jî kir, tenê li heyamê meha Hezîran de 24 agir kevtin li parêzgeha Sinê hatine tomar kirin ku piraniya wan bi enqest hatine çêkirin jibo şewitandina daristan û zozan an.

Berpirsyarê han îşare bi vê yekê jî kir, seva çiyayî bûna herêmên Kurdistana Îranê, hêlîkoptêrên agir wemirandinê wek alavê herî girîng jibo kontrola agir tê hejimartin, lê heya niha li parêzgeha Kurdistanê ji hebûna hêlîkoptêrê bêpare.
\"13759.jpg\"

\"13760.jpg\"

\"13761.jpg\"

\"13762.jpg\"