Agir berbûn bi rez û cengelên natûral yêçiyayê Bemo li Serpilê Zehav(Ser Polê Zehab)

19:26 - 5 Gulan 2014
Ajansa Kurdpa: pişkik ji rez . cengelên natûral(suruştî) yên çiyayê Bemo li ser sînorên Serpilê Zehav û Herêma Kurdistan, agir pêketiye û senterên taybet jîçi hewlik bo temirandina agir nedane.

Gorekî raporta ajanasa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva Yekşema 14ê Benemer li saet 10ê de,agir berbûye çiyayê Bemo û heya weşana vê nûçê nekarîne agir kontrol bikin.

Yekik ji rûniştiyên vê dewerê, bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand; teke kesên ku hewla kontrol kirina agir didin, welatiyên ji dewerêne û ev jî got ku xurtiya agir bi radeyik zêdeye ku bi zûkayî zêde dike.

Ew welatî basa hindê jî kir ku, şika bi enqestî agir berdanê heye û dezgeha agir temirandinêû aliyên girêdayê taybet jîçi hewlik bo kontrol kirna agir nedane.

Welatî ditirsin ku ev agira, rez û baxên vê dewerêû dora çiyayê Bemo bigire ber xwe û bişevitîne.

Ev agir pêberbûn li ciyik binavê Pişta borceka Bweysî de despê kiriye û bi gotina welatiyan heke neyê kontrol kirin, dewera Baweysî jî li nêzîçiyayê Bemo, yê bide ber xwe.

Çiyayê Bemo, çiyayik ji zincîre çiyayên Zagros, bi bilindiya 1842m bilinde û li dewera Serpilê Zehav deye û bi ciyik tûrîstî tê nas kirin.