Agadarik rewşê : hêzên sipaha pasdaran agirberdane jînga dewera Nosûd

21:20 - 9 Îlon 2013
Ajansa Kurdpa: hêzên sipaha pasdaran , enqest panatiyik zor ji daristan û jinga dewera Nosûda ser bi parêzgeha Kirmanşanê agir berdanê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa û gotina agarik ji rewşê, roja yekşem, 17ê Xermanan hêzên sipaha pasdaran cîgirtî li pasgaha “ Dû av” agir berdane daristanên ciyik bi navê “ Şema” li nêzî şarê Nosûd.

Ew agadr basa hindê jî kir, ew agir berdana bi wê daristanê bi hegera hebûna rêka gunê “ Bele Bizan” zêde nekir û zû temirî, ew jî bû heger ku sertaze hêzên sipaha pasdaran agir berdin bi daristanên pişt rêkê.

Heya weşîna vê nûçe ev agir lêketin bi dome û hêzên sipaha pasdaran rêgirî ji çon û hatina welatiyan bo kontrol kirina vî agirî dikin.

Tê gotin ku gundê Bele Bizan li sedem şerê 8 salan yê Îran-Êraq kawil bûye û bi hegera neasayişî hesibandina vê dewerê ji aliyê hêzên sipaha pasdaran, heya niha jî ev gund nehatiye avedan kirin.

Pêşdetir jî hêzên sipaha pasdaran li “ Merîwan, Sewlava, Pawe û Nosûd”, bi mainên cur bi cur mîna manora serbazî, agir berdane daristan û ciyên çêrê.