abdanan / daxwaza yarmetiya malbatik Kurd bi 7 zarokên duxtor

12:33 - 16 Kanûna Paşîn 2014
ajansa Kurdpa: welatiyik Kurd ji xelkê Îlam, daxwaz ji berpirsên hukûmî kir, bo 7 zarokên duxtor yên wî cê kar kirinê bînin pê.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; li binemaleyik 12 kesî li Abdanan de, 7 kes ji wan karîne derfetnama duxtoryê û icaza doktoraya midîkal bi dest bînin û babê wê malbatê bi rêka werzigarî û şofêriyê pêjîna jiyana malbatê berev dike.

Ebdul Riza Xanî Zadê ku li gundê Weç Kebûda nişîv de ji dayîk bûye, rû bi berpirsên hukûmî ragihand: bo anîn pêya pêwîstiyên midîkal bo hev parêzgehiyên vî alikarê tev bikin.

Navbirî ku heya qonaxa 5a seretayî xwedndiye, 4 kes wan bisporê nişter geriya” Çen û Henek, Didan û Serçav, internal(Hundirê beden), taybeta jin û za û zê.

Her wisa 3 kesên din ji andamên vê malbata Kurd li zanista midikal de li rewşa xwendekariyê dene û hevdem hogiriya xwe bi duxtoriyê şanî dane.

Ew 7 duxtorê Kurd li rewşa xebitîna çareser kirina nexweşiyan dene û babê malbatê bi tinê bo hindê ku zarokên vî li parêzgehên din de bi duxtoriyê dixebitin, ev xwesta kiriye.

Raporta wan 7 duxtorê Kurd û xwesta babê wê malbatê ser zivirandin bi dewera Îlam li li demik deye ku malpera “ IRNA” de weşandiye, ku mideyik pêş niha ev malpera hundirê welat bas ji “ kêmasiya hebûna nexweşxana û pêwîstiyên midîkal” li parêzgeha Îlamê de kiriye.

Ehmed Şehwanî, nûnerê xelkê Îlam li meclisa islamî(parlimana Îranî) ragihandibû ; pişka dermanên parêzgeha Îlam tûşî kêmiya ji ast derketiya bûdcê bûye û duxtorên bispor zor kên li parêzgehê de hene.