95%’ê Îdama kesên ser bi netewên blindest ên Îranê, bi fermî nahên ragehandin

21:38 - 9 Adar 2016
Ajansa Kurdpa: Saziyên ser bi Dezgeha Dadweriya Komara Îslamî ya Îranê, di sala derbazbûyî de, hukmê îdamkirina 969 girtiyan, di girtîgehê Îranê de, birêve birine.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê di raporekî de eşkere kir ku, sala 2015’an, bi sedema zêdebûna 25%’ê ya rêjeya îdamkirinê di Îranê de, bi sala herî reş ya temenê Komara Îslamî tê hesibandin.

Saziya Mafê Mirov ya Îranê di rapora salane ya xwe de ragehand ku, “Serbarê bêtirbûna têkiliyên di navbera Komara Îslamî û civaka cîhanî di sala 2015’an de, lê sala 2015’an di du dehikên derbazbûyî ên temenê Komara Îslamî ya Îranê de, salek bûye ku piraniya girtî tê de hatine îdamkirin.

Di raporê de ku di çend rojên dahatî de wê bê belavkirin hatiye ku, 95%’ê ji wan kesên ku ser bi netewên bindest ên Îranê ne û tên îdamkirin, bi fermî nahên ragehandin.

Kurdistan, Belûçista û Azerbayican beşek ji wan herêman in ku, di raporê de bas jê tê kirin.

Rapor dide zanîn ku, bidarvekirina rojane ya 2 yan 3 kesî di Îranê de, di rastî de dijî vê yekê ye ku hatiye ragehandin, di sala 2015’an de, Komara Îslamî ji îzolebûnê derbaz bûye û têkiliyên vê, bi sedema lihevkirina etomî û rakirina dorpêçan, tevî civaka cîhanî, ber bi başiyê ve çû ye.

Hewceyî base ye ku tenê di sala 2015’an de Komara Îslamî 19 jin îdamkirine ku, bi aliyê kêm ve temenê 3 ji wan, di bin 18 saliyê de bûye.

Ji dema hilbijartina Hesen Rûhanî weke serkomarê Îranê heya niha, 2162 kes di Îranê de hatine îdamkirin, eva jî vê yekê diselimînê ku, di dema hatineserkar a Hesen Rûhanî de, rêjeya bidarvekirinê li hemberî du salên dawiyê ya serkomariya Ehmedînijad de, 67%’ê zêde bûye.