90%’ê kedkarên Îranê xwedî ewlehiya karî ninin

21:04 - 19 Îlon 2016
Ajansa Kurdpa: Hevdem digel bas û nîqaşa di navbera rêkxistinên kedkarî û dewleta Rûhanî de, liser gelaleya çaksaziya yasayê kar di Îranê de, çalakên kedkarî di Îranê de eşkere dikin ku 90%’ê kedkarên Îranê, xwedî ewlehiya kar ninin.

Eva di demekî de ye ku nerazîbûnên li hemberî yasaya kar di Îranê de berdewam in, û cîgirê wezîrê Te’awon, Kar û Xweşbijîwiya Civakî jî ragehand ku, hekî Şêvra Bilind ya Kar jî, vê gelaleyê bipejirîne, egera vê yekê heye ku dewlet gelaleya xwe vekişîne.

Elî Rebî’î wezîrê Te’awon, Kar û Xweşbijîwiya Civakî jî ragehand ku, hevdem digel ragehandina “Bexşnameya ewlehiya karî digel ewlehiya sermayekozarî û berhemanînê” îlan kir ku, siyasetên çaksaziyê bûye sedema zêdebûna bêkarî û kêmbûna ewlehiya karî di Îranê de.

Her di vê derheqê de “Fethulla Beyat” serokê “rêkxistina kedkarên qirardadî û peymanî” ragehand ku, kedkarên Îranê xwedî elwehiya kar nine.

Navbirî dibêje ku, di Îranê de kedkarên wan kargehan ku rêjeya wan ji 50 kesî kêmtir e, yan bê qirarda in, yan jî qirardadên wan 3 heya 6 heyvî ne, lewra bi vê rengî 90%’ê kedkarên Îranê xwedî ewlehiya kar nine.

Hatiye eşkerekirin ku, eva jî bûye sedema nîgeraniya herî zêde ya malbatên kedkaran di Îranê de.
Hevdem Ebas Elahyarî yê serokê saziya Nizama derûnzanî û şêwirmandiya Îranê jî ragehand ku, 90%’ê ji xelkê Îranê xwediyê dilkutoka têçûya jiyanê ne.