90 hezar kes her sal di Îranê de berbirûyê nexweşiya penceşêrê dibin

20:49 - 3 Çirriya paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Li gora gotina berpirsyarên Wezareta Tendirustiya Hikûmeta Îslamiya Îranê, her sal 90 hezra kes bi rêjeya wan kesan ve zêde dibin, ku nexweşiya penceşêrê hene.

Cihgirê Wezîrê Tendirustiya Îranê, Mihemed Hadî Niyazî roja Duşemiyê di nav koma xêrxwazên biyavê bijîşkî û tendirustiya parêzgeha Loristanê de argehand: “Her sal 90 hezar kes bi rêjeya nexweşiyên penceşêrê ve zêde dibin ku 3400 kes zarok in”.

Hinek ji sedemên sereke yên zêdebûna penceşêrê ew in: Xwarinên ne tendirust, pîsiya jîngehê, av û hewa, û hebûna pêlên parazîtê.

Di çend salên borî de Hikûmeta Îslamiya Îranê bi şandina parazîtê li ser kanalên televîzyonî bi armanca pêşîgirtin ji gihîştina peyama wan televîzyonan bi xelkê Îranê, bûye sedemek ji bo vegeşîna berbiçav ya rêjeya berketiyên şêweyên nexweşiya penceşêrê.


Ji aliyekî din ve jî Dr. Teqî Cextayî şêvirmendê Wezareta Tendirustiyê di gotûbêjekê de digel nûçegihaniya Îsna ragehand ku her sal aliyê kêm 300 hezar kes di Îranê de berbirûyê sekinîna mejî dibin ku ji koma wan nexweşan, %20 canê xwe ji dest didin, û ji sê kesan 2 kes ji wan hewcedarî xizmetên taybetî ên pizişkî ne.

Sedemên sereke ên sekinîna mêjî ew in, Kêmiya livlivîn û çalakiya leşî, xwarinên ne tendirust, û mifahwergirtina zêde ji fastfûdan, dilekutkê û nexweşiyên hundirî.