9’ Welatiyên Ereb li Xuremşehrê Hatin Binçav Kirin

14:53 - 4 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Hejimara girtiyên Ereb li bajarên cûr bi cûr yên Xozistanê ji 170 kesan derbas bû.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, di heftiyên bihurî de şopek ji girtin û binçav kirina welatiyên Ereb yên Parêzgeha Xozistan a Îranê dest pêkiriye û niha pitir ji 17 kesan ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewleta Îranê hatine girtin.

Di vê pêywendiyê de 9 kesên din li bajarê Xuremşehrê bi navên : Ezîz Salihî, Baqi Moqedem, Salih Nesirî, Ebdullah Musewî, Carullah Haşimî, Îbrahîm Salihî, Kazim Ubêydavî û Ehemd Saêdî ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hatin girtin.

kesên han li dema şevê û bi êrîşa hêzên ewlekariyê bo ser malên wan hatine girtin û piştre jibo girtîgeha Karun hatine şandin û tûşî gelek eşkence û azaran bûne.

Di roja 13’ê Nîsana 2005’an nameyek ji aliyê Şivra ewlehiyê ya Komara Îslamiya Îranê hate bilav kirin ku div ê nameyê de hatibû ku divê rêjeya rûniştvanên Ereb yên vê parêzgehê bihên kêm kirin û di encamp de gelê Erebê Xozistanê Serhildan kirin û xelkekî zaf ji aliyê hêzên dewletê hatin kuştin û birîndar kirin.

Girtin û binçav kirina çalakên Ereb yên Xozistanî ji tirsa serhildana gelê Ereb di salvegera bilav bûna vê nameyê tê zanîn.