9 hezar bombeyên çandî li dibistanên Urmiyê

18:47 - 13 Kanûna Paşîn 2015
Ajansa Kurdpa: Di demekê de ku li 2 salên borî de çendîn dibistan li rojhilatê Kurdistanê li nav agir de şevitîne û bûyera nexeş a Şînavê hîna bîra kesê neçûy, piraniya xwendîngehan li parêzgehên rojhilatê kurdistanê, hîna jî bi sobeyên petolî tên germ kirin.

Li gorî raporta ajnasa nûçegihaniya Kurdpa, di destêpêka evsal a xwendinê li parêzgeha Urmiye (Azerbaycana rojava), 9 hezar polên xwendinê bo germ kirina mekanên lê dimînin, ji sobeyên neftê mifah werdigrin.

Berpirsê îdareya Perwerde û hînkirin a parêzgeha Urmiyê- Fireydûn Seyîd Mustefewî bo rastderxistina gotinên xwe li ser hebûna ew rêjeya sobeyan, peyamnêrê Kurdpa re got: Tevahiya wan sobeyên ku bi petrolê kar dikin, bi awayekî taybet berdewam tên kontirol kirin.

Gotinên Seyîd Mostefewî di demek dene ku bervar 7’ê çileya paşîn (janûary) a 2015’an, li gondê “Almelû”ê ser bi beşa Kotol a Xoy li rojhilatê Kurdistanê, bi sedema teqîna sobeyê dibistanbi tavahî hat roxandin.

Parêzgeha Urmiye (Azerbaycana rojava), sala nû ya xwendinê bi 23 hezar polan dest pêkir ku 3 hezar pol li gundan bi cî bûne.

Karzanên karûbarên dibistanan, sobeyên neftî li dibistanê rojhilatê Kurdistanê wek bombeyên çandî diwesifînin ku her tim tahlûkeya teqîna wan mimkin e.

Piraniya mektebên navandên bêpar mayî li pidiviyan û li deverên dûrketî ên rojhilatê Kurdistanê, jî sobeyên neftî mifah werdigrin.

Her di vê peywendiyê de, li heyamê nêzî 15 salan, zêdeyî 50 xwendevanan di xwendîngehên rojhilatê Kurdstanê de, bi sedema teqîna sobeyan jiyana xwe winda kirine û kêmendam bûne ku mînaka here serke ya wan bûyeran, gundê Şînaveya pîranşehr di rojhilatê Kurdstanê de ye.