9 hemwelatiyê Kurd ji aliyê hêzên Komara Îslamî ve hatin binçavkirin

22:39 - 2 Hezîran 2016
Ajansa Kurdpa: Wezareta Îtila’ata Komara Îslamîya Îranê li Kurdistan û Belûçistanê dest avêtiye destbiserkirina xelkê û di encam de 9 kes hatine binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa yê ragehand ku, çend rojan berî niha hêzên ewlekariyê li Bokanê, du bira bi navên Elî û Hesen Mawe, kurên Ehmde binçav kirine.

Eva di demekî de ye ku Elî Mewet di hayva Banemera sala 1391’an de jî, hate destbiserkirin û bi heyamê 3 salan hebsê, hate cezadan.
Hate ragehandin ku 6 lawên Mihabadê jî, roja 8’ê vê heyvê ji aliyê hêzên Îtila’atê ve hatine binçavkirin û bo ciheke nediyar hatine veguhaztin.

Yunis Zûdî, Yûsif Zûdî, Erselan Beşaret, Xalid Ak, Yûsif Ehmediyan, û Moxtar Îbrahîmî, navê wan kesan in ku li bajarê Mihabadê hatine binçavkirin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpayê ragehand ku, ew 8 kes “Çalakên Mesebî” bûne ku, di bereberê sefera serokê dewleta “Tedbî û Omîdê” bo parêzgeha Urmiyê, ji aliyê hêzên “Libas Şexsî” ve hatine destniserkirin.
Serkomarê Îranê Hesen Rûhanî li bajarê Mihabadê ragehand ku, “Nabe di navbera qewmiyet û meseban de, tu ferq û cudahî bê dayîn, û tu kes nikare di navbera hemwelatiyek Bisulman û mesebeke di de, Îmtiyazekî bide.

Her di vê derheqê de nawendên nûçegihaniyan li Belûçistanê eşkere kirin ku, hemwelatiyekî Kurd yê xelkê bajarê Banê, bi navê “Ehmed Husênzade” li rêya di navbera Zahidan û Nusretabadê, ji aliyê hêzên Îtila’atê ve hatiye binçavkirin.

Kempêyna çalakên Belûç ji ziman çavkaniyeke haydar ve ragehand ku, navbirî bi bona kar di awarê “Damezirandina Dûrbînên Medar Beste”, bo parêzgeha Sîatan û Belûçistan û bitaybetî bajarê “Serwan”ê ve diçû.