%80 li ava Gola Urmiyê hişik bûye

16:24 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: %80 li ava gola Urmiyê hişik bûye û roj li pey rojê ava vê golê kêmtir dibe.

Roja bihûrî nunerê bajarê Urmiyê li mecilisa Îranê bilav ragehand, rewşa niha ya gola Urmiyê gelekî xirabe û %80’ê li ava gola Urmiyê hişik bûye û ew yek zulmekî girane ku li gola Urmiyê tê kirin.

Mehdî Îsazade îşare bi vê yekê jî kir,karbidestên pêywendîdar bi qestî xwe li çareseriya pirsgirêka gola Urmiyê derbas dikin û wezîrê “Nîrû”(çavkaniyan)heyamê salekêye ku xwe ji bersivdan bi pirsyarên min derbas dike.

Ji aliyeke din cêhgirê berpirsyarê Îdareya çavkaniyên xwezeyî yên parêzgeha Urmiyê ragehand,rêjeya ava Urmiyê 22 santîmêtran kêm bûye.

Barpirsyarê han basê vê yekê jî kir rewşa êkolujî ya gola Urmiyê bi tewahî têkçûye û balindeyan jî gola Urmiyê bicih hêştine û li heyamê îsal de gola Urmiyê bi tewahî linav diçe.

Li dema niha de îdareya Jîngeparêzî,wezareta werzêrî,îdareya av,Parêzwaniya Urmiyê û wezareta “Nîrû”(çavkaniyan) berpirsyarê sereke yên rizgar kirina gola Urmiyê hatine naskirin û li egera nebûna berpirsayetiya yekdest û bi wec, gefa hişk bûnê gola Urmiyê xistiye metirsiyê.

Gola Ûrmiyeyê, gola Wirmê yan deryaçeya Urmiyê, mezintirîn gola Îranê ye ku dikeve bakurê rojavaya wî welatî.
Bajarê Ûrmiyê  jî dikeve rojavaya wê golê.
Ava wê golê pir şor e û tê de masî tune.

Gola Urmiyê bi rûberê 6 hezar kîlometirên çargoşe (50 hezar hiktaran), gola herî mezin a Îranê û duyemîn gola sûr a cîhanê, xemla Kurdistanê û bûka Urmiyê ye ku xwediyê gelek taybetmendiyan e. Ew gol bi 102 giravan ku hemû jî ji aliyê Rêxistina unsco ve weke mîratê surûştî ên cîhanê hatine nasîn, bûye bi şacuwana deryayan û têde çendîn corên teyr û teval, candar û kirmika herî giran û binav û deng ya Artimya dijîn. 

gola Urmiyê ku yek ji mîratên herî kevnar, bedev û dîrokî yên Kurdistan û Îranê ye, niha li rewşek pir kirîz de dijî û nefesên dawîn ên xwe hildikişîne. Anku demên xatirxwastina wê hatiye! malawayiyek ku li derveyî îrade û xwasta qeder û çarenivîsê ye. Bi giştî niha sedemên destçêkirî( mirovî) û xwezayî dest dane hev heya ku em bibin şahidê vê bûyera tirajidîk û rijyana çirayê bextê stêrak û nigîna bedev a Kurdistan û Îranê heya çend salên din.

Hişikbûna gola Urmiyê dê ekosîstema deverên derdorê jî tevlîhev û têk bide û seqa û atmosfera hênik û nerm a deverê wê bi seqayek germ û hişk tevî ba û bahoza xwê biguherîne. Bi baldan bi aliyên cur bi cure wê tehlûkeyê, gefek netewî û cîhanî li rojevê de ye. Wate ne tenê jîngeha Îranê, belkî ya gelek welatên cîran weke Ermenistan, Komara Azerbaycan, Îraq, Turkiye û ...htd jî digre û dibe sedema koçbarbûna bi milyonan kesan û xetera tûşbûna bi Penceşêr û nesaxiyên din zêde bike.
\"13944.jpg\"

\"13947.jpg\"

\"13945.jpg\"

\"13946.jpg\"