8’ Welatiyên Kurd li Urmiyê hatin binçav kirin

14:43 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê 8’ welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê binçav kirin.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Şemiyê berwar29’ê Hezîrana 2013’an 8 welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Urmiyê bi tawana alikarî û pêywendî tevî partiyek Kurdistanî ji aliyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

Nûçegihanê Kurdpa navê yek ji girtiyan “Qasim Muradperest” kurê Casim û xelkê gundê Balacix ya ser bi bajarê Urmiyê ragehandiye.

Heya dema bilav bûna vê nûçeyê, nasnameya wan 7’ kesên din û cihê ragirtina wan nehatiye zanîn.

Ji aliyeke din û li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa Kurdpa, tenê li heyamê 10’rojên bihûrî de 17 welatiyên Kurd li herêmên cûr bi cûr yên Kurdistana Îranê hatine girtin.

Amara han bi çavknaî û jêderiya ajansa kurdpa tê bilav kirin û dibe ku amara rastîn li vê yekê pitir be.