8 kes ji hêzên rejîma Îranê li encama wergeryana wesayitê de canê xwe ji dest dan

15:56 - 4 Gulan 2012
Kurdpa: Li Encama wergeryana wesayita hêzên rejîmê li herêma Alana Serdeştê de 8 kersên ser bi hêzên rejîmê cane xwe ji dest dan

Li gorî nûçeya gihîştî bi Ajansa nûçegihaniya Kurdpa roja pêncşemiyê 14’ê Banemerê wesayiteke hêza Întizamî li ser riya nêzîkî binkeya leşkeriya gundê “Şêxe Sor” li herêma Alana Serdeştê wergeriya û li encamê de heşt kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji aliyek din ve roja pêncşemiyê dîsan li encama teqekirina hêzêzn rejîmê bo aliyê kasibkarên Kurd li herêma Alana Serdeştê de 4 kasibkaran jiyana xwe ji dest dan.

Li gorî zanyariyan her li vê derheqê de li navbera hêzên rejîmê de jî şer û pevçûn pêk hatiye ku 4 kes ji encama wan pevşûnan de hatine kuştin û 3 kes jî bi tundî birîndar bûne.