8 HEYVANKU ÇARENIVÎSEK NE XUYA A SINEYIYEKÎ

20:33 - 27 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Welatiyek xelkê “Şaredê”a “Siwêşe” a Sineyê piştî 8 Heyvan binçavtiyê, serpêhatiyek ne rohn heye.

Pêka rapora Ajansa Kurdpayê, welatiyek Sineyê bi navê, “Elî Mihemedî” ew 8 Heyv in ku ji aliyê Hêzên Ittila’ata Komara Islamiya Îranê ve hatiye binçavkirin û ji bo şûnek ne xuya hatiye veguhaztin.

Çavkaniyek nizîk ji malbata wî ji Nûçegihanê Kurdpayê re gotiye: Malbata wî gelek caran di wan 8 Heyvan de serdana şûnên pêwendîdar kirine lê çi bersivek ji wan re nehatiye dayîn.

Wî Çavkaniyê daxuyandiye ku Elî bi tawana hevkariya Partiyek Kurde dijberê Komara Islamiya Îranê hatiye binçavkirin.