75 sal ceza bo 3 çalakvanên siyasî yên Kurd

20:26 - 12 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Li zindana navendiya Sineya Rojhilatê Kurdistanê, 3 welatiyên Kurd bi 75 sal cezyê girtinê hatin mehkûm kirin, lê wan hember vê yekê bertek nîşan dan û ketin gireva birçîbûnê.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, doh çerşemî (11/2/2015’an), 3 girtiyên siyasî ku 2 ji wan birane, li ser cezayê giran ê ku li wan hatî birîn, bertek nîşan dan û dest bi greva birsîbûnê kirin.

Aram (22), Sîrawan Zemanî (birayên hev) û Yasîn Muqedemnijad ku li zindana navendî a Sine dimînin, ev du rojin ketine gireva birsîbûnê .

Gorî hukmê ku ji aliyê dozgeriya hikûmeta Îslamiya Îranê ve biwan re hatiye destnîşan kirin; Aram û Sîrwan Zemanî ( her yek bi 22 sal) cezayê girtinê hatine mehkûm kirin û Sîrwan jî dê bo zindana “Ramhormoz” a Xuzistanê bê sîrgûn (tebîd) kirin.

Hevdem Yasîn Muqedemnijad temen 24 salî, ji aliyê dezgeha dad a hikûmeta Îslamiya Îranê ve, 31 sal ceza lê hat birîn.

Wî zindaniyê siyasî yê Kurd, ew hukim ne dadperwerane û bê bingeh hesiband.

Kampaniya Berevanî kirin ji zindaniyên siyasî û sivîl li ser vê pirsê daxuniyek nivîskî weşand û ragihan: Ew 3 zindaniyên siyasî ên Kurd tometa pevçûn ligel hêzên leşkerî ên hikûmeta Îslamiya Îranê bi zor bi wan dane pejirandin.