70’ê ji sedê a daristanên ku li Îranê dişewitin, daristanên Zagrosê ne

23:51 - 25 Gulan 2016
Ajansa Kurdpa: Saziya Daristan û Lêrewarên Komara Îslamî ragehand ku 70’ê ji sedê şewitîna daristanên seranserî Îranê, di daristanên Zagrosê de diqewimin.

Xodakerem Calî ragehand ku, mijara şewitîna daristanan di cîhanê de pirsek mezin e, bi awayekî ku li gorî serhejmêriyên nawendên cîhanî, salane 1 ji Sedê daristanên cîhanê, wate ji 4 mlyard hiktaran, 40 mlyon hiktar di nava Agir de dişewitin.

Cîgirê Wezîrê Cehadê Kêşawerzî ya Komara Îslamî jî di vê derheqê de ragehand ku, 70’ê ji sedê ji şewitîna daristanan di Îranê de, li raristanên Zagrosê de rû didin û 3’ê ji sedê li daristanên “Şomalê” û herweha 27 ji sedê jî di herêmên din ên Îranê de rû didin.

Eva di demekê de ye ku Komara Îslamî ya Îranê heya niha tu girîngiyek nedaye daristanên Kurdistanê û liserweyî hemûyan daristanê Zagrostê.

Lewra em dibînin ku salane bi sedan û hezaran hiktar ji daristanên Kurdistanê di nava agir de dişewitin û guh nedan û xemsariya Komara Îslamî jî, xelkê Îranê bi giştî û bitaybetî gelê Kurd aniye ser vê baweriyê ku, agirketina nava daristanên Kurdistanê ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê bi xwe ve tê encam dan.

Bitaybetî îsal ku Hizba Demokrata Kurdistana Îranê biryar daye ku têkiliyên di navbera hêza poêşmerge û gelê Kurd di hundir Kurdistanê de berfirehtir bike, pêşbînî tê kirin ku daristan û lêrewarên Kurdistan zêdetir ji salên berê bên şewitandin, jiber ku daristan û lêrewarên Kurdistanê hertim piştevanê sereke yê hêza pêşmergên Kurdistanê bûye.