7 xebatkarên çandiyê Kurd li pawê bi hewsa teizîrî hatin mehkûm kirinê

12:38 - 16 Kanûna pêşîn 2013
Ajansa Kurdpa: dadgeha inqilaba şarê Pawê, hukmê 42 heyv hewsa teizîrî bo 7 welatiyên Kurd ji xelkên vî şarî birî.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, li 22ê Sermawez, dadgeha inqilaba şarê Pawê, 7 welatiyên Kurd ji xelkên vî şarî, gorekî madda 500a sizadana islamî bi tawana propaganda bo partên Kurdiyên opozîsiyona hukûmeta islamiya Îran, bi rewşa torên sosyal, hatine mehkûm kirin.

\"17409.jpg\"
Aras Hatemî، Goran Behramî û Qanêi Hatemî her 1 ji van bi 6 heyvan hewsa teizîrî hatiye mehkûm kirin
Navê wan 7 kesên girtî Qanêi Hatemî, Muitesem Şafiî, Cehanbexş Ehmedî, Babek Ebbasî, Mohemmed Nigarî, Aras Hatemî û Goran Behramî hatiye ragihandin ku her 1 ji van bi 6 heyvan hewsa teizîrî hatiye mehkûm kirin.

Bi gotina serekaniyik agadar, çi dukomêntik bo tawanbar kirina van 7 xebatkarên Kurd ser dosya van çinine û dadgeha şarê Pawê tinê li bin bandora Mela Qadir Qadirî de ev 7 xebatkarane bi hewsê mehkûm kirine.

Tê gotin ku Qanêi Hatemî û Mohemmed Nigarî, karbidestê dezgeha karên sinfî(Sindîka)a şarê Pawê bûn ku sala borî de paşî hindê ku hêzên ehlehiyê tûşî girtinê bibûn, cîde li kar bêpar kirin.

\"17412.jpg\"
Muitesem Şafiî، Cehanbexş Ehmedî، Babek Ebbasî û Mohemmed Nigarî her 1 ji van bi 6 heyvan hewsa teizîrî hatiye mehkûm kirin
Her wisa Muitesem Hatemî û Babek Ebbasî, midê 20 salane ku li qutabxana şarê Pawê de wek mamoste , ku rengeyiya ji kar derxistan van berçave.

Ev xebatkarane li doma prosa girtina xebatkarên çandî û jornalîstiyê Kurd li herêmên Kurdistaniyên Îranê de li heyva Reşema sala borî de hatin girtinê ku li midê vê heyvê de 22 xebatkarên siyasî û çandiyên Kurd li şarê Pawê tûşî girtinê bibûn.