7 kes ji xwe nîşanderên roja Înî li Hewlêr, hatin girtin

12:03 - 10 Çirriya paşîn 2013
Ajansa Kurdpa: bi dû kuta bûna xwe nîşan dana roja Înî li Hewlêr, 7 kes ji birêberên vê xwe nîşandanê, ji aliyê Polîsê Hewlêr hatin girtin.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa, Mistefa Şêxe, Elî Ismaîl Nijad weke birêberên “ Encumena Zêd” û her wisa Çiya Melak, Pêşewa Elîpûr û Raman Pîrotî weke birêberên “ Kempêyna Na bo sêdarê belê bo jiyan”, ji aliyê polîsên Hewlêrê hatine girtin.

\"16644.jpg\"
Mistefa Şêxe, Elî Ismaîl Nijad weke birêberên “ Encumena Zêd” ji aliyê polîsên Hewlêrê hatine girtin.
Her wisa 2 xebatkarên siyasî û endamên parta “ Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan” bi navên Amanc Selewatî û Mohemmed Ferhad Zadê, hatin girtin.

Li vê barê de Jîwar Resûlî yekik ji birêberên koma Zêd bi nûçe gihaniya Kurdpa ragihand : şeva borî ev 7 kesên girtî raguhastiyê polîsê hewlêrê kirine û heya niha li hewsê de mane.

\"16645.jpg\"
Pêşewa Elîpûr weke birêberên “ Kempêyna Na bo sêdarê belê bo jiyan”, ji aliyê polîsên Hewlêrê hatine girtin.
Roja borî xwe nîşandanik protestokerî ji aliyê koma Zêd û kempêyna “ Na bo sêdarê, belê bo jiyan” li şarê Hewlêrê rêxistin ku paşî hejmarik ji protestokeran bi nîşandeka protesto kirina bi sêdaredana girtiyên siyasiyê Kurd, konsolxana Îranê dane ber keviran.

Ev endamê encumena Zêd got jî: polîs ragihandiye ku ev 7 kes, gorekî medda 10a xwe nîşandanan hatine girtin, ewjî li rewşik deye ku ew kesên konsolxana Îranê kevir baran kirine, bêyî agadariya birêberên xwe nîşandanê ev kar kirine.

\"16646.jpg\"
Mohemmed Ferhad Zadê, xebatkare siyasî û endamên parta “ Komeley Zehmetkêşanî Kurdistan” ji aliyê polîsên Hewlêrê hatine girtin.
Resûlî basa hindê jî kir “ ev 7 kesane li saet 4ê sibêzûya roja Şemî birine binka polîsên Hewlêr û heya niha jî bi hegera bênwedan(istirahet, pişû)a fermangehên hukûmî û her wisa nebûna biryara dawer li rewşa girtinê te mane.

Ji aliyik din de, Aso Mam Zade, yekik ji endamên koma Zêd ragihandiye :” eger partiyên Kurd yên Kurdistana îranê piştgiriya van 7 kesan nekin, renge ev û rêxiravên wan rûberûyê dadgeh û hukmê dadwer bibin.