600 sînemakar daxwazkarê azadkirina Keywan Kerîmî ne

20:31 - 10 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa kurdpa: Li gora nûçeya Radyoya Fransayê hejmara wajokerên nameya piştgiriya ji Keywan Kerîmî ê fîlmsaz ê Kurd ku şeş salan hukmê girtîgehê bi ser de hate sepandin, gihîşte 600 kesî.

Di gel belavbûna nûçeya mehkûmkirina vî sînemakarê ciwan di meha Çileya Pêşîn a sala borî de, bi sedan kes ji sînemakarên Îranî û Fransayî nameyek wajo kirin ku hejmara wajokerên vê nameyê heya roja 8’ê Çileya Paşîn gihaye 600 kesî.

Keywan Kerîmî li nedadgeheke rejîmê de, bi serokatiya bi nav dadwer “Meqîse” bi tometa sivikatîkirina bi pîroziyan, şeş sal hukmê girtinê bi ser de hate sepandin.

Wajokerên vê nameyê derheq hukmê girtina vî sînemakarê Kurd ê xelkê Kurdistana Rojhilat, heyrîmana xwe eşkere kirine,û hêvî xwastine ku navbirî li dadgeha pêdeçûnê de hukmî wî bê hilweşandin.

Ce’fer Penahî sînemakarê Îranî ê navdar, û çendîn derhîner û sînarîstên Fransî ew nameya wajo kirine.

Nûçegihaniya Fransayê bi bîr tîne ku Keywan Kerîmî ji hemwelatiyên Sunî ye, û Kurdê Rojhilata Kurdistanê û rûniştiyê Îranê ye.

Keywan Kerîmî sînemakarê ciwan ê Kurd li bajarê Bane ya ser bi parêzgeha Sine a Rojhilata Kurdistanê de ji dayîk bûye.