60 hevwelatiyên Bîcarê sala borî hewla xwekuştinê dan

15:53 - 1 Hezîran 2018
Ajansa Kurdpa: Di heyama sala derbazbûyî de, 60 hevwelatiyên Kurd (jin û mêr) yên xelkê bajarê Bîcarê hewla xwekuştinê dane.

Birêveberê Navenda Tendirustî û Dermanî ya bajarê Bîcarê bas jî vê kiriye ku, di heyama sala derbazbûyî de 60 hevwelatiyên vî bajarî hewla xwe kuştinê dane.

Li gora gotina vî berpirsê “Navenda Tendirustiyê” ya bajarê Bîcarê, ji wan 60 hevwelatiyên Kurd yên ku hewla xwekuştinê dane, 39 ji wan mêr in, û 21 jî jin in.

Birêveberê Navenda Tendirustî û Dermanî ya bajarê Bîcarê bas ji vê jî kiriye ku, di nav vê rêzbendê de, 32 kes ji wan xêzandar in, û 28 kesên din jî soba ne, û herwuha 15 kes ji wan di gundên derdora bajarê Bîcarê de jiyan dikin û 45 kesên din jî di bajêr de jiyan dikin.

Li gora gotina vî berpirsê Hikûmetê, ji koma van 60 kesên ku hewla xwekuştinê dane, çar kes ji van jiyana xwe ji dest dane ku, yek ji wan jin e, û yê din jî mêr in.

Li gora gotina karnas û çalakvanên warê jinan, nebûna yasyeke bihêz û kêmbûna navendên taybet ji bo piştevanîkirin ji jinên xesardîtî bi sedema xwekuştinê di Kurdistana Rojhilat, çend sedemên serekî yên xwekuştin û xweşevitandinê ne di nav jinên Kurd de.