6 Welatiyên Kurd di nava ava bendava Ehemedava ya Tîkabê de fetisîn

13:05 - 9 Hezîran 2013
Ajansa Kurdpa: 6 welatiyên Kurd yên xelkê herêma Tîkabê li dema seyranê de di nava ava bendava Ehemedava ya ser bi vî bajarî de fetisîn.

Li gor rapora ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja Înê berwar 7’ê Hezîrana 2013’an li demekê de ku malbatek Kurd yê xelkê bajarê Tîkabê o seyranê serdana gundê Ehmedava ya ser bi vî bajarî kiribûn,5 endamên vê malbatê û kesekî xelkê vî gundî di nava avê de fetisîn.

Bi gotina şahidekê, ew welatiyê xelkê gundê Ehmedava 2 kes ji endamên vê malbatê ji mirinê rizgar kirin û li encam de seva mandî bûnê di nava ava bendavê de fetisî.

Heta dema bilav bûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser peydabûna termê wan 6 kesan li berdest de niye.