6 hezar navên Kurdî di ferhenga elektironîkî a Kobanê de

21:17 - 26 Nîsan 2015
Ajansa Kurdpa: Xwendekarekî Kurd yê şareza di warê ÎT de, ferhengek Kurdî pêkhatî ji 6 hezar peyvan, bi awayekê elekteronîkî durist kir.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Sîrwan Derman, xwendekar û çalakvanê çandî li Nexedeya rojhilatê Kurdistanê, bi alîkariya Encûmena Edebî ya bajarê Şino û çendîn çalakvanên din yê Nexedeyî, Ferhenga bi navê Kobanê ya pêkhatî ji 6 hezar peyvan, amade bike.

Wî çalakvanê Kurd li ser pêkanîna wî karê çandî û hunerî ragihand: Nivîsîn û amadekirina ferhengê, 8 mehan dom kir û niha wek alaveke nerm a kampûterî (nermefzar) li telefonan de mifah jê tê wergirt in.

\"26191.jpg\"
Sîrwan Derman heya niha zêdetir ji 35 bernameyên telefonî û komûterî bi zimanê kurdî çêkirin e
Sîrwan Derman bi çavkaniyên herêmî re gotiye:“Di pêşerojê de ez dê hewil bidin wê berhema xwe di çarçoveya pirtûkî de pêşkêşî xwendevanan bik im.”

Hemwelatiyê Kurd yê jor îşare bi navê wî hat kirin, li ser hilbijartina navê Kobanê bo wê berhema xwe jî destnîşan kir:”Armanca me ji wî karî bîranîna karesata Kobanê û hevderdîkirin li gel Kurdên wî parçeyê Kurdistanê ye.”

Sîrawan Derman temen 21 dsalî û ji şêniyên gundê Zelîlan ê ser bi Nexedeya rojhilatê Kurdstanê ye. Wî heya niha 35 bernameyên telefonî û kampûterî bi zimanê Kurdî tomar kirin e.

Xortê Kurd yê navborî niha li zanîngeha bajarê Hewlêra başûrê Kurdistanê di beşa werzêrî de dirêje bi xwendinê dide.