50 derbeyên qamçiyan bo xwendekarekî Kurd

19:40 - 15 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê, hukmê 50 derbên qamçiyan bo çalakvanekeî xwendekarî li Merîwana rojhilatê Kurdistanê birê ve çû.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, hukmê lêdana 50 şelaqî bo çalakvanekî xwendekarî li zanîngeha Peyamnûr a Merîwanê, ji aliyê dadgeha Şoreş (înqilab) a wî bajarî ve hat îcra kirin.

Ew çalakvanê Kurd yê bi navê Dana Lincabadî bi tometa (Têkdana ewlekariya giştî) û beşdarîkirin ji bertekdan hember darvekirina zindaniyên siyasî ên Kurd li Merîwanê, hat darzandin û ji aliyê dezgeha qezayî ya wî bajarî ve, 50 derbên qamçiyan jêre hat pesend kirin.

Çavkaniyeke agah bi piştrastkirina vê nûçeyê peyamnêrê Kurdpa re got: Ew çalakvanê xwendekarî bo dadgeha Merîwanê hat veguhestin û hukmê qamçî lêdana wî li wir birêve çû.

\"25407.jpg\"
Dana Lincabadî bi lêdana 50 derbeyên şelaqan mehkûm bû
Ew welatiyê Kurd piştî 4 meh ku çarenivîsa wî eşkere nebibû, bihara sala borî 1 sal cezayê girtinê lê hatibû birîn.

Dana Lincabadî zimistana 2014’an, ji aliyê hêzên ewlekarî ên bajarê Sine li rojhilatê Kurdistanê, bi navendeke ewlekarî hatibû veguhestin û piştî mehek eşkence bo zindana nevendî a Merîwanê hatbû birê kirin.

Pêştir jî Dana Lincabadî beriya niha bi 4 salan, ji aliyê dadgeha şoreş (înqilab) a bajarê Merîwanê ve bi sedema çalakiyên xwendekarî û çandî, bi 5 sal zindan hatibû mehkûm kirin.