5 welatiyên Kurd bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatine veguhastin

16:35 - 14 Şibat 2021

Roja Şemî 25ê Rêbendanê, sê welatiyên Kurd yên bi navên “Husên Gerdişî, Şepol Xizrî û Ferhad Mûsapûr”, piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê, bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Herwisa roja Şemî 21ê Rêbendanê, du welatiyên din yên bi navên “Soran Husênzade û Sîrwan Nûrî”, piştî bi dawîhatina heyama lêkolînê ji girtîgeha Îtilaata Spahê li bajarê Urmiyê, bo benda qerentîne ya girtîgeha wî bajarî hatine veguhastin.

Roja Şemî 20ê Befranbarê, Şepol Xizrî û Sîrwan Nûrî, hewdem digel binçavkirina sê welatiyên din yên bi navên “Salar Rehewî, Deriya Talibanî û Efşîn Mamehmedî”, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmeta Îranê ve li bajarê Mihabadê, hatibûne binçavkirin.

Herwisa roja Şemî 20ê Befranbarê, Soran Husênzade ku karê Şanoyê dike, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve li bajarê Mihabadê, hatibû binçavkirin.

Hewdem digel binçavkirina wan welatiyan li bajarê Mihabadê, roja Şemî 20ê Befranbarê, Ferhad Mûsapûr digel birayê xwe yê bi navê “Fireydûn Mûsapûr û Behmen Yûsifzade” li bajarl Rebetê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin.

Ferhad Mûsapûr, mamostayê zimanê Îngilîsî li fêrgeha zimanê Îngilîsî ya “Rêzman” e.

Roja Şemî 22ê Befranbarê, Husên Gerdişî xelkê bajarê Bokanê, bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.