5 sal heps bi ser welatiyekî xelkê bajarê Pîranşehrê de hate sepandin

17:37 - 28 Hezîran 2020

Taya 102 a dadgeha keyferiya 2 a bajarê Pîranşehrê 5 sal hepsa te`izîrî bi ser welatiyekî Kurd yê bi navê “Seîd Riza Ehmedî” de sepand.

Dadgehê ew welatiye bi tohmeta “endam bûna di yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” sûçdar kiriye.

Civîna pêregehîştina bi dosiya wî welatiyê Kurd di destpêka meha Hezîrana îsal birêve çû û cezaya pênc sal hepsa t`izîrî roja Şemî 27`ê Hezîranê pêre hate ragihandin.

Roja Duşemî 18`ê Sermawez a sala 1398`an, “Seîd Riza Ehmedî” kurê “Seîd Elî” xelkê gundê “Terkeş” ser bi bajarê Pîranşehrê, bi danîna barimteya 200 milyon tumenî ji girtîgeha bajarê Neqedeyê hate serbestkirin.

Ew welatiyê Kurd, roja Yekşemî 28`ê Rezbera sala 1398`an, piştî lêkolînê ji girtîgeha îtila`at a bajrê Urmiyê bo girtîgeha bajarê Neqedeyê hate veguhastin.

Ew welatiyê Kurd roja Pêncşemî 10`ê Xezelwera sala 1398`an bi bê belgeya yasayî, bi tohmeta “alîkarîkirin digel yek ji Partiyên Kurd yên dijberî hikûmeta Îranê” ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin.