5 kolber li ser sînorê bajarê Merîwanê hatine birîndarkirin

18:18 - 25 Nîsan 2021

Roja Yekşemî 5`ê Banemerê, 5 kolber yên bi navên “Karwan Menûçêhrî”, Aram Menûçêhrî, Zanyar Hatempena, Soran Wetendûst û Selah Wetendûst” ên xelkê bajarê Merîwanê bi sedema teqeya hêzên leşkerî yên hikûmetê li ser sînorê wî bajarî, birîndar bûne.

Ew 5 kolber digel girûpeke din ji kolberan, bi awayê rasterast û bi bê agehdarkirina berê rastî gullereşandina hêzên leşkerî yên hikûmetê hatin.

Ew 5 kolber, bo çareseriya pizîşkî bo nexweşxaneya “Bû Elî” li bajarê Merîwanê hatine veguhastin.