5 çalakvanên medenî bo îdareya îtila`at a bajarê Sineyê hatine veguhastin

18:26 - 16 Tebax 2020

5 çalakvanên medenî yên bi navên “Elî Qadirî, Hêmin Kerîmî, Armiya Rencberî, Hîva û vurya Emînî” xelkê bajarê Seqizê, bo lêkolînê bo girtîgeha îdareya îtila`at a bajarê Sineyê hatine veguhastin.

Roja Çarşemî 15`ê Gelawêj, 5 çalakvanên medenî ji aliyê hêzên ewlehî yên hikûmetê ve hatine binçavkirin û di heyama binçavkirina xwe de, ji mafê çav pê ketin û dest pêre gihîştina parêzer bê par kiribûn.

Ew çalakvanên medenî bi bê hebûna ti belgeyekî yasayî ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine binçavkirin û hêzên ewlehî piştî tevtêşa malên wan, dest bi ser tiştên wan yên şexsiye wan 5 çalakvanên medenî girtibûn.

Hêzên ewlehî ew 5 çalakvanên medenî bi tohmeta “alîkarî kirina di gel yek ji Partiyên Kurê yên dijberî hikûmeta Îranê” binçav kirine.