4’emîn bazara tixûbî a navbera Îran û Herêma Kurdistanê

14:47 - 28 Adar 2015
Ajansa Kurdpa: Li Serpolzehav a rojhilatê Kurdistanê, bazareke biçûk a sînorî (bi navê Tîleku), bi armanca kar û barên bazerganî navbera Îran û Herêma Kurdistanê, hat li dar xistin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Parêzgarê Kirmaşanê vekirina wê bazara sînorî wek derfetekî bo başkirina têkliyên sînorî navbera welatê Îranê û Başûrê Kurdistanê, herwiha ji holê rakirna bêkarî û afirandina derfetên kar, destnîşan kir.

“Tîleku”a Serpolzehav, ew çaremîn bazara biçûk a bazeganî navbera Herêma Kurdistanê û Îranê tê hejmart in.

Gotinên parêzgarê kirmaşanê derbareya ji holê rakirina bêkarî û afirandina derfetên kar li Serpolzehav, di demekê de ye ku nirxa bêkarî li wî bajarî çav bajarên din ên Kirmaşanê, gellek bilind e ku zêdebarê wan pirsgirêkan, karbidetên hikûmetê pêştir hengavek jî bo çareserkirina wan pirsan hilnegirtin e.

Beşek ji parêzgehên Kerkûk , Sulêmanî û Diyale jêr navê Germyan li Herêma Kurdistanê, di têkilyên sînorî li gel wê bazara “Tîleku” li Serpolzehav cih digrin.

Bazarên biçûk ên Başmaq, Hac Omeran û Perwîzxan, ji bazar û sûk ên din ên Bazeganî û ticarî, navbera Îran û Başûrê Kurdistanê tên bi nav kirin.
Serpolzehav bi 85 hezar nifûs, di rojavayê Kirmaşanê bi cih bûye ku zêdeyî 15 kîlometreyan sînorê hevpar ligel Îraqê heye.