4’ê Welatiyên Kurd li bajarê Serdeştê bi teqeya hêzên dewletê bûne qurbanî
14:17 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Serdeştê hêzên Komara Îslamiya Îranê canê 4’ê Welatiyên Kurd yên vê herêmê girtin.
Li gor rapora gihîştî bi ajansa nûçegihaniya Kurdpa, berwra 27’ê Tîrmeha 2013’an hêzên Întizamî yên dewleta Îranê teqe ji welatiyek Kurd yê binavê “Salar Ebdullahî” kurê “Mihemed” dikin û li encama de navbirî jiyana xwe li dest dide.
Li gor gotina çavkaniyek haydar di vê bûyerê de xwîşka navbirî jî bi xurtî birîndar bûye û seva xurtbûna birînan bo nexweşxaneya wî bajarî hatiye şandin.
Bûyera han li demakê de bûye ku navbirî bi tirombêla xwe li cadeyê de ber bi bajarê Pîranşehrê diçû û kewte ber teqeya hêzên dewleta Îranê û canê xwe ji dest da.
Her wisa berwar 26’ê Tîrmehê li encama teqeya hêzên dewleta Îranê welatiyek Kurd binavê “Salar Fexrî”yê temen 30 salî û kurê Ebdulla û xelkê gundê “Nelas”ya bajarê Serdeştê canê xwe ji dest da.
Salar li demekê de kewte ber êrîşa hêzên dewleta Îranê ku tenê gomana vê yekê jê dihate kirin ku kelûpelên yasax tevî xwe hilgirtibin.
Li gor amara tomarkirî li navenda ajansa kurdpa, li destpêka îsal heya niha 11 kasibkarên Kurd li encama teqeya hêzên dewleta Îranê canê xwe li dest dabe û 20 kesêb din jî birîndar bûne.
Li gor rewşa ewlekariyê ku li Kurdistana Îranê de heye û her wisa nebûna medayaya azad li Îranê de jibo tomara kirina binpêkirina mafê mirovan, diba ku amara rastîn pitir be.