44 sal cezayê girtinê bo 3 çalakvanê siyasî ên Kurd

19:05 - 18 Çirriya paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Hukmê dirêjheyam ê 3 ciwanên Kurd ên kirmanşanê, ji aliyê dozgeriya vekolîn a wê parêzgehê ve hat erê kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ew 3 welatiyî ji ola Yarsan li kirmanşanê, bi tawana alîkarî kirin ligel partyeke opozosiyana Hikûmeta Îranê bi ser yek bi 44 sal cezayê gitinê hatin mehkûmkirin. Hukmê wan kesan li dawiya sala borî ji aliyê dozgeriya seretayî we hatibû pesenkirin.

Ew 3 xortê kurd di dawî ya Çiriya Paşîm a sala borî de, ji aliyê hêzên ewlekarî ên Kirmanşanê ve hatibûn binçav kirin û bo heyamm 9 mehan bû ku di girtîgehên Îdareya Îtilaat a hikûmetê de bûn.

\"23205.jpg\"
Kiyanûş Rostemî û Muhsin Xwdabendelû heyamm 9 mehan bû ku di girtîgehên Îdareya Îtilaat a hikûmetê de bûn
Dozgeriya Înqilab, Muhsin Xwdabendelû, xelkê Sehne û Kiyanûş Rostemî akinciyê Kirmanşanê, her yek ji wan 15 sal ceza li wan hat birin.

Xeynî wî hukmî, ew du ciwanên Kurd bi tawana bê îhtiramî bi rêberê Îranê 2 sal hukmê hepsê bi wan re hat pesend kirin.

Li gorî yasaya cezayê Îslamî, hekî her hemwelatiyek bi çend tawanên curbicur hatibine mehkûmkirin, tawanbar ev hukmê ku ji hemû tawanan girantir be divê bi cî bîne.

Her di wê peywemdiyê de Nîmet Fethî xelkê kirmanşanê, ji aliyê dozgeriya Hikûmeta Îranê ve bi 10 sal zîndan hat mehkûm kirin. Kampaniya piştevanî kirin ji girtiyên siyasî û sivîl ragihand: ”Liqa 15 an a dozgeriya lêkolîna parêzgeha Kirmanşanê, ev hukme piştras kir.

Gorî raportê, 3 girtiyên navbirî di zîndana Dîzil Abadê de biser dibin.
\"23206.jpg\"

\"23207.jpg\"