44 ROJNAMENIVÎSÊN KURD LI TURKIYE HATINE DARIZANDIN

17:27 - 11 Îlon 2012
Ajansa Kurdpa: Li gor zanyariyan, 44 Rojananenivîsên Kurd li Kurdistana Turkiye hatine binçavkirin û birayra dadgehê bi ser wan de tê sepandin.

Rûniştina darizandina (44) rojnamevanên ku 36`ên wan ji karmend û nûçegîhanê Ajansa Dicle ”DIHA”yê, Azadiya Welat, Ozgur Gundem û hin ji Ajansên din pêk hatiye, di 15`emîn dadgeha sizayên tawanan Ii Îstenbolê pêk tê.

Di encama operasiyonên ku di Çileya Pêşîn a sala 2011`an 36 rojnamevan bi hinceta endamtiya li komîteya ragihandina KCK`ê de hatin destgîr kirin, rûniştina doza rojnamevanan di 10 Îlonê yanî sibê li dadgeha Çalglayan destpê dike.

Li gor zanyariyan li Kurdistana Turkiye givaşên ji bo ser Rojnamenivîsan di demên dawiyê de zaf bûne.

Heftiyek bieriya niha jî Orhan Mîroglo ji Rojnameya Tarafê hate veqetandin.