42 meh zîndan bo welatiyekî Mehabadê

15:31 - 14 Kanûna pêşîn 2014
Ajanasa Kurdpa: Çalakvanekî Kurd ê siyasî li Mehabada Rojhelatê Kurdistanê ji aliyê dozgeriya Înqilab a wî bajarî we bi cezayê zîndanê hat mehkûm kirin.

Li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Cemşîd Gulendam temen 41 salî, xelkê taxa“Fecir”a Mehabadê, bi tometa têkdana asayîşa giştî û alîkarî li gel yekek ji partiyên Kurd ên opozosiyon a hikûmeta Îsalamiya Îranê, bi 3 sal û 6 meh zîndan hat mehkûm kirin.

Bi gotina çavkaniyekî agah,Cemşîd Gulendam di meha dawîn a Bihar a evsal de, nav bera wî û kesek ji hêzên Sipaha Pasdaran ê bi navê “S.E.A”pevçûnek pêktê û di encamê de bi sedema gulle reşandina kesê Sipahî bi ser wî de, navbirî bi giranî birîndar dibe û piştire ji aliyê hêzên ewlekarî we tê binçav kirin.

Ew jidera nûçegihanî a Kurdpa, axaftina xwe domand û wiha got: Ew kesê sipahî ligel du Sipahiyên din li nav bajarê Mehabade de digerin û piştî gotegotekî tev Cemşîd Gulendam, gulleyan bi ser wî de direşîn in û piştî birîndar kirinê bi dore jî wî binçav dikin.

Wê çavkaniyê di dawiyê de amaje bi wê yekê kir ku bi sedema wê hindê ku Cemşîd pêştir li gel yekek ji hêzên opozosiyon ê hikûmeta Îslamiya Îranê, peywendî hebûye, navbera hêzên ewlekarî yên Sipahê û wî de pevêûm derketiye.