40 welatiyên Şinoyî bawernameya ziman û wêjeya Kurdî vergirtin

15:39 - 17 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: 40 hemwelatiyên Kurd ên bajarê Şino ya rojhilatê Kurdistanê ji aliyê navendeke perwerdeyî “Kursa Soma” ve dîploma ziman û wêjeya Kurdî qazanc kirin.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, Kursa helbest û çîrokên Kurdî a Soma , 40 hevwelatiyên Kurd ên Şinoya rojhilatê kurdistanê ku doreya fêrbûna zimanê kurdî bi dawî kirin, bawenameya dawiya doreyê bi wan re pêşkêkş kir.

Omer Mohemmedî- Serpereştê Navensda helbest û çîrokên Kurdî li Şinoyê ragihand: Kursa helbest û çîrokên Kurdî di 3 beşên perwerdeya nivîsîn, xwendin û rêzmana zimanê Kurdî de çalakiyan dike ku heya niha 40 xwendevanan li wê Kursê bawername bidest xistine.

Hêjayê gotinê ye “Kursa Soma” tenê di warê hînkirina zimanê Kurdî de çalakiyan nake belkî hunermend û helbestavanên navdar ên Kurd jî bi hînberan dide nasandin.

Fêrgeha Soma, 11 sale hatiye avakirin û wek navendeke ne dewletî a perwerde û hînkirina zimanê Kurdî li Mehabadê dest bi xebatê dike, lê di demeke nêz de, piraniya bajarên rojhilatê Kurdistanê wek Şino, Serdeşt, Pîranşehr, Bokan, Sine, Seqiz, Qurwe û Bane ligel gundên derdorê li wê Kursê de beşdarî kirin.