4 wilatiyên Kurd li bajarê Nexede û Şinoyê hatin binçav kirin

16:00 - 9 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: Li dirêjiya girtin û binçav kirina welatiyên Kurd li herêma Kurdistana Îranê, çen welatiyên Kurd li bajarên Nexde û Şinoyê seva sedemek nediyar hatin girtin û jibo Îdareya Îttlata Urmiyê hatin vegyhastin.
\"11461.jpg\"
Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa kurdpa,2 welatiyên Kurd ên binavên “Kamiran Usmani” û “Şehab Ehemdî Azer” xelkê bajarê Nexedê di malên xwe de ji ailyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin.

\"11462.jpg\"


Di heman demê de li bajarê Şinoyê 2’kesên din ê binavên “Qadir Dastan”xelkê gundê “Xelîfelyan” û “Rehîm Fitûhî”xelkê gundê “Koneqela”yê ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Îranê hatin girtin û jibo Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê hatin şandin.

Heta dema bilav bûna nûçeyê û serbarî dudaçûna malbatên wan, çi zaniyariyek li ser rewşa saxlemî û cihê ragirtina wan ji aliyê hêzên Îttlatî nehatiye ragehandin.

Her wiha roja Pêncşem berwar 7’ê Adara 2013’an welatiyek Kurd ê binavê “Yasir Kakeyî” kurê “Yeaqûb” û xelkê gundê “Şimşêr”a ser bi bajarê Pawê jialiyê hêzên Îttlatî yên Komara Îslamiya Îranê li mala xwe de hatin girtin û jibo cihek nediya hat şandin.

Her wiha berwar 6’Adarê du çalakên çandî û wêjeyî yên bajarê Pawê li ser bersiv dan bi bêhurmetiyên Mela Qadir Qadirî Îmamê rojên Înê yê bajarê Pawê ji aliyê hêzên Îttlatî hatin binçav kirin.


Her divê rojê de 3’ê welatiyên din bi navên Bextiyar Resûlî xelkê bajarê Pawê,Muxtar û Sitar Ehmedî xelkê gundê “Xanega”a ser bi bajarê Pawê bi sedemek nediyar hatin girtin.

Ji aliyek din berwar 7’ê Adarê Xosro Kurdpûr rojnamenivîs û çalakê mafê mirov û her wiha Qasim Ehemdî sernivîskarê berê yê weznameya “Rojev”ji aliyê hêzên Îttlatî yên bajarê Mihabadê hatin girtin.