4 sal girtîgeh bi ser welatiyekî xelkê bajarê Seqizê de hate sepandin

17:27 - 8 Nîsan 2021

Welatiyekî Kurd yê bi navê “Emîn Melêkî”, temen 56 salî û xelkê gundê “Îranşa” ê ser bi bajarê Seqizê, ji aliyê dadgeha şoreş a wî bajarî ve, cezaya 4 sal girtîgeh bi ser de sepandin.

Dadgehê ew welatî bi tohmeta “endambûn li yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, ceza daye.

Dadgehîkirina Melêkî li roja Pêncşemî 28`ê Reşema sala 1399`an, li dadgeha şoreş a bajarê Seqizê bi rê ve çûbû û navbirî piştî sepandina cezaya dadgehê, bo girtîgeha navendî ya wî bajarî hatibû veguhastin.

Ew welatî, bi cezaya dadgeha seretayî nerazî bû û dosiya wî bo pêdaçûnê, bo dadgeha pêdaçûnê hatiye veguhastin.

“Emîn Melêkî”, berê endamê yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê bû û di sala derbasbûyî de, piştî vegerîna wî bo Îranê, hatibû binçavkirin û piştî 5 mehan lêpirsînê di îdareya Îtila`ata bajarê Seqiz û Sineyê de, bi danîna barimtê bi awayê demkî hatibû berdan.

Herwisa ew welatî, li sala 1391`an, bi tohmeta “endambûn digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê hikûmeta Îranê”, bi 3 sal girtîgeha te`izîrî hatibû cezakirin û piştî derbaskirina salek girtîgeh û hatina wî bo mirexesiyê, ji Îranê ber bi derve çûbû.