4 Jinên Kurd li Makoyê dawî bi jiyana xwe anîn

16:57 - 10 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: Li bajarê Makoyê 4 Jin û Keçên Kurd ku temnê wan dinavbera 18 heya 20 salan deye, seva pirsgirêkên civakî dawî bi jiyana xwe anîn.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, çend rojan beriya niha Keçek Kurd binavê “Elem Hûlî” Keça Hesen, agir berda cane xwe û piştî şandin jibo nexweşxaneya bajarê Makoyê cane xwe ji dest da.

Çavkaniyek haydar li bajarê Makoyê bi ajansa kurdpa ragehand: Jina han temen 20 salî û xelkê gundê Qizlarix a ser bi bajarê Makoyê bû ku heyamek beriya niha bi zorî dabûne mêr.

Her dive pêywendiyê de berwar 6’ê Nîsana îsal jinek dike a binavê “Şanaz Hadiyan”temen 18 salî û keça Mecîd, agir berda cane xwe û pitir ji %60 ji bedena vê tuşî şewatê bûye û rewşa saxlemiya vê gelek xirabe.
Keça han xelkê gundê “Kişarxî”a ser bi bajarê Şûtê ye û heyamê 7 mehan beriya niha jiyana hevbeş pêk aniye.

Ji aliyek din roja Înê berwar 5’ê Nîsanê Keçek Kurd a binavê “Çîmen Omûyî” temen 18 salî agir berda bedena xwe û piştî şandin jibo nexweşxaneyê cane xwe ji dest da.

Her wiha Roja 25’ê Adara 2013’an Keçek 20 salî keça “Bekir Resûlî” xelkê gundê ” Pencerlû” a ser bi bajarê Makoyê xwe xiste nav ava çemê “Qeresû”û li encamp de cane xwe ji dest da.

Heta dema bilavbûna vê nûçeyê çi zaniyariyek li ser peyda bûna termê vê keçê ji berdet de niye.