4 hezar polên xwendinê li Urmiye û derdora wê dihilweşin

13:23 - 16 Şibat 2015
Ajansa Kurdpa: Dibistanên parêzgeha Urmiye (Azerbaycana rojava) rexma bê parbûn ji pêdiviyên germ kirinê, parek berçav ji avahiyê dibistanên vê parêzgehê, bi sedema nestandard bûnê, jiyana xwendevanan bi tehlûkeyan re rû bi rû dihêle.

Li gor raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, ji 20 hezar polên xwendinê li Urmiyê (Azerbaycana rojava), 6 hezr pol hewceyî ji nû ve avakirin û zêdeyî 4 hezar pol jî hilweşiyayî ne.

Ferîborz Îsmailzade, serpereştê gışti ê Nûjen, Pêşxistin û Amadekirinên dibistanên Urmiyeya rojhilatê Kurdistanê ragihan: Niha 4 hezar û 11 pol li parêzgeha navborî xirab in ku hewceyî ji nû ve avakirinê ne.

Hebûna wan hemû sinfiên hilweşyayî li Urmiyê di demekê de ye ku evsal tenê 7 pol li wê parêzgehê hatin avakirin ku bo çêkirina wan hejmara zêde a sinifan 250 milyard Tûmen pêwîst e. Bûdçeya Parlamentoya Îranê bo nûjen kirina dibistana diyar kirî ji, 1 hezar û 170 milyard Tûmen e ku evsal bi 980 milyar Dirav hat kêm kirin.

Herwiha 9 hezar polên dersê bi sobeyên Neftî tên germ kirin ku ji wan 600 sinif li gundan in.

Ajansa kurdpa beriya niha raportek li ser rewşa xirab a dibistanan li Kurdistanê belav kiribû ku Makû ya rojhilatê kurdistanê li wê raportê de heya ji kêmtirîn pêdiviyên xwendinê hatibû bêpar kirin.