4 girtiyên siyasî ên Kurd bo hepsxaneyên Îranê hatin veguheztin

20:27 - 17 Kanûna Paşîn 2015
ajansa Kurdpa: Dezgeha qezayî a hikûmeta Îslamiya Îranê li du bajrên rojhilatê kurdistanê, bo 4 girtiyên siyasî ên Kurd cezayê girtinê birî.

li gorî raporta ajansa nûçegihaniya Kurdpa, 3’ê ciwanên Kurd li bajarê Seqiz ê rojhilatê Kurdistanê ku ser yek bi 9 mehan hatine mehkûm kirin, bo zindana navendî a wî bajarî hatin veguheztin.

dozgeriya bajarê nav borê pêştir, Hîwa Azerî (28), Mihemmed Qanî (24) kurê Mihyedîn û Salar Azerî (26) salî kurê Hesen her yek bi 3 meh cezayên girtinê mehkm kiribûn.

payamnêrê Kurdpa bi ragihandina vê nûçeyê destnîşan kir: Îro şemî 17’ê çileya paşîm (january) a 2015’an, ew 3’ciwanên kurd ên gundê “Milqirnî” bo derbaz kirina cezayê bi wan re hatî birîn, bo zindana bajarê Seqiz hatin birê kirin.

ew xortên Seqizî havîna borî ji aliyê hêzên ewlekarî ên hikûmerta Îslamiya Îranê ve hatibûn binçan kirin û bi dûre bi danîna barmteyê azad bibûn.

\"24235.jpg\"
Seidî Aramiş ji aliyê dezgeha qezayî ve bi 3 meh û rojekî cezayê girtinê hatibû mehkûm kirin
herwisa peyamnêrekî ajansa Kurdpa li Bokana rojhilatê Kurdistanê li ser vê pirsê got: Çalakvanekî siyasî li wî bajarî jî hatiye binçan kirin.

ew çalakvanê siyasî ê Kurd bi nasnameya Seidî Aramiş kurê Kerîm (ji aliyê dezgeha qezayî ve) bi 3 meh û rojek hatibû tometbar kirin ku îro bo navenda ewlekarî a Bokanê hat bankirin.

navborî detpêka havîna borî, di mekanê karê xwe (dokana telefonên destî de) hatibû girtin û bo cihekî nediyar ew veguheztibûn.

gorî raportên weşandî ên nûçegihanên Kudî, kesên binçav kirî bi tometa endambûn li partiyên dijber ên hikûmeta Îslamiya Îranê, hatine mehkûm kirin.