4 endamên din ji “ banda Hîwa Tab” bi sêdarê dan

12:31 - 27 Kanûna Paşîn 2014
Ajansa Kurdpa: Rêxirava girtîgehên hukûmeta islamiya Îran, 4 endamên din ji banda naskirî bi “ Hîwa Tab” li şarê Sinê bi sêdarê dan.

Gorekî raporta ajansa nûçe gihaniya Kurdpa; şeva borî, 6ê Rêbendan, 4 welatiyên Kurd bi hegera endam bûn li banda Hîwa Tab, fermandeyê pêş yê ewlehiya sipaha pasdarana Merîwan, li girtîgeha sênterala şarê Sinê bi sêdarê dan.

Nasnama wan 4 kesan : Kemal Huşyar, kurê Mihemed, ji xelkê gundê Kêkin ji şarê Merîwan, Mihemed Gele, ji xelkê gundê Wilejêra Merîwan û muslim Reşîdî, kurê Hecî Zahir, ji xelkê gundê Degaga şarê Sewlava û Barzan Zemanî, kurê Hecî Mirza axa, ji xelkê gundê Dadaneya şarê Sinê, ragihandine.

Kemal Huşyarî ku birayê jin(Bûra) yê Hiwa Tabe, li rewşik de bi sêdarê dane ku pêşde ji aliyê dezgeha dadweriya hukûmeta islamiya Îranê de navbirî bi 23 sal hewsa teizîrî mehkûm kiribûn.

Termê wan 4 kesan bi malbat û kesên wan dane û ragihandinê ku gere bêyî hebûna xelk, rêresma bi erd sipardina van bi rê here.

Raportêrê Kurdpa li şarê Merîwanê ragihand; niha şarê Merîwan bi hêzik zor ji mîlîtaran û ajanên bi kinc-sivîl hatiye mîlîtarîze kirin û li pitira xiyawan û cê bingehîn cîgir bûne.

Pêşde jî 4 endamên din yê wê bandê bi navên Hîwa Tab, Hemîd Dabaşî, Mihemed Gelawêjî û Elî Qadiriyan li roja 19ê heyva Rezbera sala 1392 li şarê Sinê bi sêdarê dabûn.