3’ê Welatiyên Xelkê bajarê Helebçê ji aliyê hêzên Leşkerî yên komara Îslamî hatin girtin

13:43 - 28 Nîsan 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê Welatiyên xelkê bajarê Helebçê a ser bi herêma Kurdistanê,ji aliyê hêzên Înitizamî yên pasgeha “Dirole”a ser bi bajarê Pawê li Sînorê navbera Pawe û herêma Kurdistanê û li ser çemê Sîrwan hatin binçav kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçegihaniya kurdpa, roja çarşem berwar 24’ê Nîsana 2013’an 3’ê welatiyên Kurd binavên “Hadî ,Fayq, Ehemd”xelkê bajarê Helebçe a herêma Kurdistana Îraqê ji aliyê hêzên Întizamî yên Komara Îslamiya Îranê hatin girtin û di heman demê de “Belema”wan jî dest bi serda hate girtin.

çavkaniyek haydar bi nûçegihaniya kurdpa ragehand :Ev 3’ê welatiyên Kurd bi biryara kesekê binavê “Efserî” xelkê bajarê Kirmaşanê û fermandeyê Pasgeha Dirole hatine binçav kirin û jibo pasgeha “Kolesere”a Bayinganê hatine veguhastin.

Çavknaiyê base vê yekê jî kir , Efserî fermandeyê qerequla Drole heyamê salekêye ku hatiye vê herêmê û div î heyamî de gelek azar û eziyeta xelkê herêmê dike.

Heta dema bilavbûna nûçeyê li ser sedemê girtin û binçav kirina wan 3’ê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Helebçê çi zaniyariyek nehatiye bilav kirin.