3’ê Welatiyên Kurd li Kirmaşanê hatin darve kirin

16:46 - 6 Gulan 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê Welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Kirmaşanê li berçavê xelkê hatin darve kirin.

Li gor nûçeya ajansa nûçegihaniya kurdpa, sibêdeya Îro Duşem 6’ê Gulana 2013’an 3’ê welatiyên Kurd yên xelkê bajarê Kirmaşanê li meydana Azadî a vî bajarî û li berçavê xelkê hatin darvekirin.

nûçegihaniya Faris bilav kir ku yek ji wan darvekiriyan xelkê bajarê Gîlana Rojava a ser bi parêzgeha Kirmanşanê bû ku bi tawana kuştina keçekê ji aliyê dezgeha qezayî ya komara Îslamiya Îranê bi darvekirinê hatibû mehkûm kirin.

dezgeha qezayî ya Komara Îslamiya Îranê bilav kir, du kesên han bi tawana destrêjiya Sexî û kuştina xelkê hatine darvekirin.

Li gor amara tomar kirî li navenda amara ajansa kurdpa, di sala 2012’an de 56 welatiyên Kurd bi darvekirinê hatine mehkûm kirin ku ji wan 21 kes hatine darvekirin ku 9 kes ji wan çalakên siyasî ne.