3’ê Mator siwarên Seqizî seva bûyerên cûr bi cûr canê xwe li dest dan

13:36 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013
Ajansa Kurdpa: Li heyamê 2 Şevên bihûrî de 3’ê Ciwanên Seqizî seva bûyera hatuçûyê canê xwe li dest dane.

Şeva bihûrî 2 mator siwarên Seqizî binavên “Sîna Rostemî”û “Elî Bihêştî”li nêz felekeya Xurşîd seva bûyereke hatuçûnê canê xwe li dest dan.

Tê gotin ku Sîna li cih de canê xwe li dest daye û her wiha Elî jî piştî gihîştin bi nexweşxaneya “Temîn Ecitimaî”ya bajarê Seqizê seva xurt bûna birînan,canê xwe ji dest daye.

Ji aliyek din êwariya roja duşem berwar 22’ê Tîrmeh, ciwanek 17 salî li utobana Kurdistan seva pêkdadana du tirombêlan, bi xurtî birîndar bû û piştî veguhastin bo nexweşxaneyê seva birînên xurt canê xwe li dest da.

Du bûyerên han li utobana Kurdiatana qewimîne ku cadeyên Bokan –Bane û bajarê Sinê bi yek girê dide, 200 tirombêln barî li wê rêyê de hatuçûyê dikin ku piraniya bûyerên hatuçûyê li bajarê Seqizê li wê utobanê çêdibin.