3’ê Kes lî zîndana bajarê Nexedê bi danîna barimteyê hatin azad kirin

15:43 - 19 Adar 2013
Ajansa Kurdpa: 3’ê Welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Nexedê ku ji aliyê hêzên Îttlatî yên dewleta Komara Îslamiya Îranê hatibûn girtin, bi danina barimteyê hatin azad kirin.

Li gor nûçeya gihîştî bi ajansa nûçeghihaniya kurdpa,ê: Roja Duşem berwar 18’ê Adaraê 3’ê kes ji girtiyên bajarê Nexedê bi navên : Şehab Ehmedîazer, Kêyvan Şêyxî û Qadir Dastan bi danina barimteyê û bi avayek demkî hatin azad kirin.

3’ê welatiyên han roja 4’ê Adarê li gel Kamiran Osmanî, Rehîm Fituhî li gundê “Koneqela”a bajarê Nexedê hatibûn girtin û jibo Îdareya Îttlata bajarê Urmiyê hatibûn şandin.

Ji aliyek din “Qasim Ehemdî”rojnamevanê Kurd ku 6’ê Adarê li gel Xusro Kurdpûr hatibû girtin piştî 12 rojan girtinê di Îdareya Îttlat de,bi danina barimteya 50 miliyon timenî hat azad kirin.