3’ê fîlmên derhênerekî Kurd ji bo festîvala navneteweyî hatin hilbijartin

21:19 - 11 Kanûna Paşîn 2016
Ajansa Kurdpa: 3 fîlm bi navên “Yek Hîç”, “Bergên Payîzê”, û “Masî” ji derhînerekî Kurd ê xelkê bajarê Seqizê, beşdarî di festîvala navneteweyî a fîlma “Etles” a welatê Amerîkayê de dike.

Li gor nûçeya ku gihaye Ajansa Nûçegîhaniya Kurdpa, 3 fîlmên Kurt, li jêr navên Yek Hîç, Bergên Payîzê û Masî, ji berhema sînimakarekî Kurdê xelkê bajarê Seqizê, bi navê “Saman Husênpûr” di duyemîn festîvala navneteweyî a “Etles”ê di welatê Amerîka de beşdarî dike û tê weşandin.

Duyemîn festîvala navneteweyî a fîlma “Etles” li welatê Amerîkayê di 15’ê heyanî 31’ê Çileya Paşîn yê bi rê ve here.

Saman Husênpûr, heta niha 3 fîlmên kurt berhem anîne, û alîkar û beşdar bûye di beşên cur bi cur yên çêkirina zêdeyî 20 fîlmên din yên Kurt de.

Navbirî heyanî niha, deh xelatên li ser asta Parêzgeh û welat, û li ser asta navneteweyî di beşên çîroknivîsîn û çêkirina fîlman de bi dest xistine.

Saman Husênpûr di sala 1990’î li bajarê Seqizê hatiye dinê, û di temenê 14 saliyê de dest bi karê şanoyê kiriye, û her di vê temenê de jî çalakiyên xwe di warê sîminayê de dest pê kiriye.